
PeyamaKurd – Ji bin enqaza keştiya Îspanyol a li nêzîkî beravên Bahamaya sala 1956an noqî avê bûbû, xezîneyeke dewlemend hat derxistin.
Keştiya Îspanyolî 350 sal berê li tehtên nav deryayê ketibû û noqav bûbû.
Arkelog James Sinclair bi daxuyaniyeke rojnamevanî ragihand ku xezîneyeke mezin ji bin enqaza wê keştiyê derketiye û wê ew xezîneya dewlemend li Muzexaneya Deryavaniyê ya Mayînde ya Bahamayan a Karayîpan were pêşandan.
Herwiha Sinclair diyar kiriye ku wan xebateke zehmet bi teknolojîyên hemdem di bin 13 kîlometre ava okyanûsê de pêk aniye û gihîştine wê encamê.