image

PeyamaKurd – Tora parvekirina wêne û şîroveyan Instagram hesabê Fermandarê Giştî yê Hêza Qûds Qasim Suleymanî ku digel Pasavanên Şoreşa Îranê wekî rêxistina terorîst hatiye ragihandin, betal kir.

Instagramê hesabê li ser navê Qasim Suleymanî ku 900 hezar şopînerên wî hebûn, bi hinceta lîsteya Amerîkayê ya rêxistina terorîstî asê kir.

Suleymanî ji sala 1998an ve berpirsê operasyonên derveyî welat ê Pasavanên Şoreşa Îranê Hêza Qûds e ku bi taybet li Iraq, Sûriye û çend welatên Rojhilata Navîn bi hêz û milîseyan dibe sedema aloziya wan welatan û geşkirina terorê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump meha Mijadara 2018an qesta Qasim Suleymanî kiribû û li ser twitterê wêneyekî zîncîreya Game of Thrones bi bin nivîsa ‘dorpêç tên’ parve kiribû.

Suleymanî jî li ser Instagramê bi wêneyekî xwe bersiv dabû Trump û gotibû, ‘Ezê li hember te rawestim”.