image

PeyamaKurd-Kompaniya Googleyê teknolojiya jîriya çêkirî ya ‘Imagen’ê ragihand. Google Imagen, ew teknolojiye ku hêza xeyala mirovan, li wêneyên bêhempa vedigerîne. Ango pexşanên ku tê nivîsandin, li fotoyên nêzîkî rasteqîniyê vediguherin.

Kompaniya Googleyê ku bi navenda xwe li Amerîkayê ye, îro danasîna teknolojiya Imagenê kir. Di danasînê de hat diyarkirin ku bi vê taybetiya jîriya çêkirî; fotoyên bê mînak û bi temamî li gorî xeyala mirovan, bi awayê otomatîk tên çêkirin. Di danasînê de hat diyarkirin ku ji bo fotoyên li gorî daxwazê werin çêkirin, pêdivî bi pexşaneke ku bi zelalî hatibe nivîsandin heye.

Wekî mînak, di fotoyê ku li jor hatiye nîşandan de; ji bo fotoyê li quncikê aliyê çepê, pexşaneke wiha hatiye nivîsandin: “Kûçikek Corgi (se) ku li Qada Timesê duçerxeyê dihajo. Kûçik, berçavka tavê daye ber çavên xwe û şewqe li ser serê kûçikî heye.”

Tê dîtin ku taybetiyên di pexşanê de hatine nivîsandin, di fotoyî de yek bi yek bi cih hatine.