image

PeyamaKurd – Ji ber bandora xirab a hişkesalî û kêmbûna baranê, Gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê wek qadeke xwezayî ya parastinê hat ragihandin.

Mamosteyê Beşa Erdnîgariyê yê Zanîngeha Wanê Prof. Dr. Faruk Alaeddinoglu li ser mijarê got: “Berê pêwendiya xelkê gelekî bi golê re nebû û gelek sînordar bû, yekeyên niştecihbûnê li peravan kêm bûn lê di van salên dawî de bi awayekî bê kontrol têne çêkirin. Ji ber wê jî ji bo rêgertina li ber encamên neyînî yên li vê bicihbûna bê kontrol ragihandina wê weke qadeke xwezayî ya parastinê gelek watedar e.”

Serokê Komaleya Aktîvîstên Gola Wanê Erdogan Ozel jî daye xuyakirin: ”Gola Wanê weke qadeke parastinê hat ragihandin û statûyek bides xist. Ez bi hêvî me ku dê ji niha şûnde bi paqijî û şîn bigihije nifşên nû, zarok û neviyên me.”

Gola Wanê 3 hezar û 713 kîlometre çargoşe ye û li seranserê cîhanê mezintirîn gol e ku ava wê bi soda ye. Di golê de tenê yek cûre masiyê ango kefal dijî û herwiha qada jiyanê ya zêdeyî 200 cûr teyr û tilûran e.