image

PeyamaKurd - Nûnerên eşîra Jîrkî ya li Colemêrgê li ser daxwaza ciwanan, ji bo barê aliyê zava sivik bikin biryarên nû di derbarê nextên zewacê de dan.

Rûspiyên eşîra Jîrkî li Colemêrgê civînek li dar xistin û nûnerê Eşîra Jirkî yê Colemêrgê Necman Adiyaman ragihand, wan li ser daxwaza ciwanan hin biryarên nû girtine û got: “Me li ser daxwazên ciwan hin biryarên nû dan. Ji îro û pê de nabe pereyê zêr û ristikên ji bo bûkê tê kirîn, 5 hezar dolar derbas bike. Me li ser gazindên ciwanan ligel nûnerên eşîrê civînek lidarxist. Hêvîdar im ev biryar ji bo ciwanên me bi xêr be. Yên rewşa wan xirab in, nedikarîn vî barî rakin. Yanî nêzî 80 ji sedî ji ciwanan gazind dikirin.

Adiyaman diyar kir, di merasîm û dawetên ji niha û pê de bêne kirin de, nabe pereyê zêr û ristikên tê kirîn 50 hezar lîreyê Tirkiyê (5 hezar dolar) derbas bike, herwiha dê cilûbergên bûkaniyê, salona ciwankariyê û xelatên ji xizmên zava re tên dayîn tunebin.

Necman Adiyaman got: “Hêvîdar im eşîrên din ên navçeyê jî çav li me bikin. Kesên vê biryarê bicih nekin, bi ti awayî ti kes ji eşîra me tevlî daweta wan nabe.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku eşîra Jîrkî beşek ji eşîra Etrûşiyan e li Bakurê Kurdistanê û hejmara endamên wan di navbera 40 heta 45 hezaran de ye. Jîrkî li bajarên Wan, Colemêrg û Şirnexê belav bûne.