PeyamaKurd – Ajansa Fezayê ya Ewropa (ESA) ragihand ku wan dawî li hevkariya bi Rûsyayê re aniye ku biryar bû navgînekê bişînin Marsê.
Piştî biryara ESAyê Serokê Ajansa Fezayê ya Rûsî Roscosmosê Dmitry Rogozin bertekek tund nîşan da û got, “Gelo Ewropayê bi vê biryara xwe li bi hezaran zanyar û endezyarên xebata hevpar a Marsê dimeşînin fikirî? Ez jî fermanê didim ku muretebata me ya li Stasyona Fezayê ISS kar dike dest ji karê xwe bikişînin.”
Li gorî biryara rayedarên ESAyê êdî wê navgîna gerok a Marsê Rosalind Franklin bi hevkariya Rûsya neyê şandin. Heger bihata şandin, wê roketên rûsî bihatina bikaranîn, lê ESAyê şirîkatiya ligel Roscosmosê bi temamî bidawî anî.