image

PeyamaKurd – Kesê herî dewlemend li cîhanê Damezrînerê Kompaniya Fezayê SpaceX û kompaniya otomobîlên elektrîkî Teslayê Elon Musk, piştî vekişîna ji kirîna Twitterê bersiva çima nekiriye da.

Elon Musk, li ser hesabê xwe yê Twitterê di bersiva bikarhênerekî de got ku Twitterê bersiva wî ya derbarê hesabên sexte û robot de nedaye.

Herwiha Musk mercê ku ji nû ve bixwaze Twitterê bikire jî bal kişand ser eşkerekirina hesabên sexte û got, "Heger Twitter, 100 hesaban bi rêbaza nimûneyî piştrast bike û ji me re ragihîne, divê mercên orîjînal ên rêkeftinê dewam bikin.”

Elon Musk, 8ê Tîrmehê peymana kirîna bi 44 milyar dolaran a Twitterê hilweşandibû û ji aliyê Twitterê ve doz lê hatibû vekirin. Musk îdia dike ku herî kêm ji sedî 5ê hesabên Twitterê sexte ne û ji Twitterê zelalkirinekê dixwaze.