
PeyamaKurd – Xwedî û CEOyê kompaniyên SpaceX û Teslayê Elon Musk, ragihand ku êdî otomobîlên Tesla ew dê bi Bitcoinê bifiroşin û yên bixwazin dikarin bi pereyên dijîtal ên Bitcoin otomobîlên Tesla bikirin.
Musk, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “Êdî hûn dikarin Teslayekî bi Bitcoin bikirin.”
You can now buy a Tesla with Bitcoin
— Elon Musk (@elonmusk) March 24, 2021
Herwiha Elon Musk, daye zanîn ku wê danûstandina bo kirîna Teslayê li ser bernameyeke taybet a vekirî bê encamdan û wê kompaniya Tesla wan pereyên Bitcoin bi pereyên normal jî veneguhêze û wek BTC li gel xwe bihêle.
Beriya niha jî Teslayê ragihandibû ku wan bi bihayê 1,5 milyar dolar Bitcoin kiriye û li nêzîk wê bi Bitcoinan firotina otomobîlan qebûl bikin.