image

PeyamaKurd - Xwediyê kompaniyên SpaceX û Teslayê ku niha kesê herî dewlemend ê cîhanê ye Elon Musk, bersiv da Rêveberê Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî  ku gotibû, ji sedî 2yê serweta Elon Musk dikare dinyayê ji birçîtiyê rizgar bike.

Elon Musk got ku ew amade ye cîhanê ji birçîtiyê rizgar bike, lê belê bi şertê ku Neteweyên Yekbûyî îsbat bike ji sedî 2yê serweta wî têra rizgarkirina cîhanê ji birçîbûnê dike.

Hefteya borî hat ragihandin ku serweta Elon Musk gihîştiye 300 milyar dolaran û Rêveberê Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî David Beasley jî dabû xuyakirin, %2yê serweta Elon Musk ji bo dawîbûna birçîtiya li cîhanê bes e.

Kovara Forbes a Amerîkî jî daye zanîn, ji ber peymana firotina 100 hezar otomobîlên Tesla, Elon Musk di nava rojekê de 41 milyar dolar qezenc kiriye û buhayê pişkên kompaniya wî bilind bûye.

Musk li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv da berpirsê Neteweyên Yekbûyî û wiha got: “Eger Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî îsbat bike ku çawa 6 milyar dolar dikare pirsgirêka birçîtiya cîhanê bi dawî bike, ez ê rasterast pişkên Teslayê bifiroşim û wan pereyan bibexşînim.”