image

PeyamaKurd-Karsaz û dîzaynerê namdar ê Kurd Hîkmet Eraslan ê ku di qada navneteweyî de kompaniya xwe ya Dosso Dossi Fashionê daye naskirin, kreasyona xwe ya payîz û ziviztanê, li şûnwarên dîrokî yên Diyarbekira Bakurê Kurdistanê da naskirin. Defîleya ku li Diyarbekirê hat kişandin, dê di 50 kenalên televîzyonên cîhanê de were pêşandan.

Defîleya Hîkmet Eraslan a kompaniya Dosso Dossi Fashionê, bi mazûvaniya Parêzgariya Diyarbekirê, li şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê hat pêşandan. Defîle, bi 25 mankenên namdar ên Tirkiyeyê yên wekî Tulîn Şahîn, Demet Şener, Zeynep Sever Demîrel, Ozge Ulusoy, Buse Iskenderoolu, Dilara Korkmaz û gelekên din hat rêvebirin. Defîle li Pira Dehderî, Birca Bizinê û Qonaxa Cemîl Paşa hat kişandin.

Karsaz û dîzaynerê Kurd Hîkmet Eraslan ê Bazîdî da zanîn ku wî beriya niha li Bazîd û Kapadokyayê defîle li dar xistine û ew defîle rastî eleqeyên mezin hatine. Eraslan da zanîn ku Diyarbekir jî wekî bajarê wî yê jidayîkbûnê ye û ew bi çavên memleketê xwe li vî bajarê qedîm dinihêre.