image

PeyamaKurd – Piştî xebateka 10 salan di dinyayê de kameraya dîjîtal ya herî mezin hat çêkirin û  bi 700 mîlyon dolarî bû mal. Piştî ew çend wext, îro wêneyê xwe yê ewilî kişand ku ew jî wêneyê brokoliyê bû. Bo 10 salan wê wêneyên kaînatê bi vê kamerayê bêkişandin.

Projeya herî mezin ya fîlm ya di dinyayê de wê di nêz de wê li Şîliyê li ser girekî bi maliyetekî bi produksiyona bi milyar dolaran destpêbike. Mijara fîlm temamê ewrenê ye.

Serokê Mala Çavdêriya Rubinê Dr. Steven Kahn weha got:

“Me dizanibû pêdiviya me bi kamereyekî mezin hebû. Kamera ku pêdiviya me pê hebû, ji hemû kamerayên heya niha mezintire.”

Kamera navborî pîksela wê 3 mîlyare an ku dike 300 car li kamerayekî telefona biaqil. Ev kamera wê 10 sal li esmana kişandina sitêrkan û tevgera wan bike. Kahn weha got:

“Eger hun deh sal li ser hev vêya bikin, wê wextê hunê bibin xwediyê bi hezaran dîmenan. Hun ê karibin dîmenan bidin ber hev û li esmana çi guherîn çêdibe, mirov dikare bibîne.”

Wêneyê ewilî yê brokoliye bû ku dikaribûn di televîzyonekî ku bişkaftina wê 378 e diviya û hun dikarin tê de gelek tiştên brokoliyê ji nêzde bişopînin.

Kahn, dibêje di dinyayê de gelek galaksi hene ku her sinifekî xwendevanan dikare bibe xwediyê galaksiyekî. Dr. Steven Kahn dibêje:

“Xwendevan dikarin bibin kesên ewilî ku stêrkên bi şuhle bibînin.”

Dibe ku kamera di sala 2023 an de dest bi berhevkirina wêneyan bike.