image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku du dewlemendên cîhanê Jeff Bezosê xwediyê Amazonê û Yurî Milner ji bo kalbûnê bidin rawestandin û nemiriyê bidest bixin xebatên xwe zêde kirine.

Hat zanîn ku her du milyarderan kompaniya bîyoteknolojîyê ya ‘bernameya xwenûkirina şaneyên mirovan’ pêk tîne fînanse kirine.

Hat diyarkirin ku heta niha ji bo wê bernameyê herî kêm 270 milyon dolar pere hatiye bexşandin ku mebest pêşxistina bernameya Altos Labs ya pêşîgirtina kalbûnê û nemiriyê ye.

Bernameya xwenûjenkirina şaneyan sala 2016an bi teknîka şaneyên kok dest pê kiriye û cara ewil jî li ser mişkan hatiye ceribandin ku hêviya nûkirina şaneyan û dirêjkirina temenê jiyanê bo mirovan dide.