image

PeyamaKurd- Cîgirê serdozgerê Îranê Cewad Cawîdniya ragihand ku dadgeh biryara qedexeya xwegihandina Instagramê daye lê hêj nexistine rê.

Cawîdniya got ku hukumet soz daye ku platformê bi awayeka aqilane filtre bike da gihandina wê kêm bike lê tevî ku perê zêde lê mesref kiriye, hêj negihaye çi encamê. Cawîdniya weha got:

“Niha biryara dadgehê bo girtina Instagramê heye. Fikra Konseya Bilind ya Aliman ya Sîberê bi piranî li aliyê girtina Instagramê ye. Li gor rêznameya konseyê,konsey dikare yek alî gav bavêje an ku Instagramê bigrin lê dixwazin fikreka hevpar çêbibe.”

Îran berê wan xwepêşandanên ku li Îranê li hemberê dewletê çêbûn, bo wan sedem Instagramê nîşan dide ku xwepêşandêr bi rêya Intagramê li hev geriyane û bi xêra wê xwe birêxistine.