image

PeyamaKurd- Taştêya Wanê ya ku  derbasî Pirtûka Rekoran a Guinesê bûye û xwedî Belgeya Tescîlê ya Erdnîgariyê ye; ket manşeta CNNê. Nûçe bi berhemên wekî mirtoxe, penêrê bi sîrik, çemen û berhemên şîrî yên xwemalî derket pêş.

Di danasîna ku CNNê ji bo Taştêya Wanê kiriye de hat ragihandin ku restoranên li Kolana Taştêfiroşan a Wanê di her danê rojê de xizmetê didin welatî û geştiyaran. Taştêya ku di nav çanda xwarina Kurdan de cihekî girîng digire, bi vê manşetê bi raya giştî ya cîhanê jî hat danasîn.

Di taştêya wanê de nêzîkî 35 cure xwarin tên pêşkêşkirin. Ew berhemên taştê jî li gorî demsalê diguherin û bi taybetiya xwe ya xwezayî, ji bo herêma Wanê sûdeke baş li qada geşt û guzariyê dikin.