image

PeyamaKurd – Televîyona bi navê ‘Olay’ ku demekî berê dest bi weşana xwe kiribû û ortaxê wê Cavit Çağlar bû, bi sedema di siyaseta weşana televîzyonê de ortax lihev nekirin, televîzyonê girtin. Ragihandin ji aliyê Cavit Çağlar de hat kirin û bo xebatkarên tv yê sipasiya xwe kir.

Cavit Çağlar ragihand ku sedema bi hevkarên xwe re lihev nekiriye weşana tv yê ye û hevkarê wî xwestiye giraniya weşana xwe bidin ser HDP ê lê bi sedema Çağlar di siyasetê de li aliyê navenda rastê ye, ji îşev siet di 20.00 ê şevê û pêde dawî li weşana xwe anîne.

Çağlar ragihand ku lîsansa Tv yê di destê wî de ye û dikare di pêşde kanalê car din veke ji ber televîzyona NTV yê Çağlar vekiribû, tecruba wî ya weşangeriyê zêdeye.