image

PeyamaKurd – Şîrketa otomotîvê ya Fransayê Renault ragihand ku li Fransayê dadgehê biryarê daye ku Renaul di otomobîlên dizel de di pîvana emisyona ekzozê de hîle kiriye. Lêpirsîna edlî di derbarê Renultê de di sala 2017 an de destpêkiribû.

Renault ragihand ku şîrketa wan sûc nekiriye, sîstema ku di otomobîlên xwe de bikartîne, di testan de dest nade ku hîle bikin û weha got:

“Temamê alavên Renaultê li gor qanûn û nîzaman hatine tesdîqkirin.”

Di beyana Renaultê de hat gotin ku meqamên darizandinê 18 mîlyon Ewro bo îhtîmala xesaran, 20 mîlyon Ewro bo kefaletê û bo tazmînatan biryara 60 mîlyon Ewro temînatê daye.