image

PeyamaKurd - Li gorî lêkolîna înternet û teknolojiyê ya Cableyê, bileztirîn înternet li Tayvanê ye. Li Ewropayê înterneta herî bilez li Swêdê ye. Piştî Swêdê Danîmarka û Hollanda tên.

Li gorî lêkolîna şîrketa înternet û teknolojiyê ya bi navê CABLEyê ya sala 2019an ku xwe dispêrê zanyariyên dema di navbera 9ê Gulana 2018an û Gulan a2019an, bileztirîn înternet li Tayvanê ye. Piştî welatê Tayvanê Danîmarka û Hollanda tên.

‘LEZA HERÎ XURT LI EWROPAYÊ Û YA HERÎ HÊDÎ LI AFRÎKAYÊ YE’

Li gorî daneyên lêkolînê, leza herî xurt li welatên Ewropayê û yên herî hêdî jî welatên Afîkayê ye.

Şirketa lêkolînana CABLEyê lêkola bê fîlmekî 5 GB di çiqas wextî de tê daxistin.

Li gorî encamên lêkolînê înterneta herî xurt li Tayvanê ye û fîlmekî 5 GB di 8 xulek û 2 saniyeyan da tê daxistin. Heman fîlm li Yemenê 30 saet û Xulek û 40 saniyeyan da tê daxistin. Heman fîlm li Tirkiyê di 2 saet û 9 xulekan de tê daxistin.

LI KURDISTANÊ ÎNTERNETA HERÎ BILEZ LI BAKUR E

Li gorî encamên lêkolînê heman GB li Iraqê û başur û rojhilatê Kurdistanê 8 saet û 11 xulekan, Li rojavayê Kurdistanê 12 saet û 2 xulekan de tê daxistin. Heman fîlm li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê di 2 saet û 9 xulekan de tê daxistin.