image

PeyamaKurd - Şîrketa mezin a Amerîkî ya teknolojiyê Appleyê ragihand ku yên ku mobaylên nû yên iPhoneyê û komputerên Macê hack bike yan lawaziyeke ewlehiyê bibîne dê milyonek dolar bê dayîn.

Şirketa Appleyê ji sala 2016an ve xelatê dide wan kesan ku di pergala IOSê de lawaziyeke ewlekariyê bibîne yan hack bike xelatan dide, niha jî milyonek dolar dide yên ku bikaribin iPhoneyên nû hack bike.

Li gorî wê yekê bo kesên ku bikaribin pergala bingehîn a IOSê hack bike bê dayîn. Ev xelat ji bo tesbîtkirina lawazîyên teknolojîk ên wê markayê têne kirin.

Ev cara yekem e ku şirketeke teknolojiyê bihayekî ewqas zêde wekî xelat dide.