
PeyamaKurd – Rêxistina Xida û Zîraetê ya di bin sîwana Neteweyên Hevgirtî de, di mijara nebûna avê û astengiya ku ji ber nebûna avê ku xelk dikşînin ragihand. Rêxistin her weha balê kişand ser deverên ku av lê tineye û got talûka koçkirinê li wan deverên ku av lê nînin an av kêm e zêdeye. Li gor rapora rêxistinê ya sala 2020 an ku ji Roma ya payîtexta Îtalyayê hat ragihandin; li seranserê dinyayê 1 mîlyar û 200 mîlyon mirov bi nebûna an kêmbûna avê re rû bir û ye. Ciyên ku av lê nîne an av kêm e, ji xelkê wan deveran gelek kes ji ser axa xwe rabûye û mecbûr mane koç kirine.
Di raporê de tê gotin ku divê van halên han biguhirin û ava ku heye divê bê amadekirin ku xelk karibe jê fêdê bibîne. Reqabeta kureyî ya ku zêde bûye, encama guherîna şertên hewayê yê dinyayê, gengeşeyên siyasî û pevçûnên li van deveran pirsgirêkan zêdetir aloz dike.
Pirsgirêka avê bêhtir li gundan heye û li xelkê feqîr, jin û xelkê cîh bi awayekî neyînî bandorê dike.