image

PeyamaKurd – Emîndarê berê yê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê û pisporê leşkerî Cebar Yawer, li ser serdana Seroka Macaristanê Katalin Novak bo Herêma Kurdisanê nirxandin kir û got, Macaristanê di şerê li dijî DAIŞê de bi şandina çean alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û hîn jî leşkerên wan li Herêma Kurdistanê dimînin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Cebar Yawer gotiye, ji bilî Amerîkiyan ku ji sala 2003yan ve û piştî êrişên ser baregehên Ensar El-Îslam li Herêma Kurdistanê mane, çend welatên din jî bi awayên cuda alîkariya leşkerî, lojîstîkî û şêwirmendiyê pêşkêşî Hêzên Pêşmerge kirine.

Yawer diyar kir, “Yek ji wan welatên ku ji sala 2014ê ve di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de alîkariya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge kiriye, Mecaristan e; Me di sala 2015an de weke şand serdana wan kir û ligel wezîrên berevanî û navxwe û herwiha serokê parlamentoya wî welatî civiyan; Piştre wan alîkariya xwe zêde kirin, nemaze bi şandina çekên Doçka ku gelek hewcedariya me bi wan hebû.”

Ferîq Cebar Yawer da zanîn, ji bilî Amerîkayê, ji Tebaxa 2014an ve çend welatên din jî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, bi awayên cuda alîkariya Wezareta Pêşmerge û Herêma Kurdistanê kirine, ew jî; Brîtanya, Almanya, Hollanda, Fransa, Macaristan, Swêd, Finlanda û Kanada ne.

Herwiha Yawer bibîr xist, ji bilî Swêd, Finlanda û Kanadayê, welatên din jî bi rêya şêwirmendên xwe yên leşkerî li Herêma Kurdistanê mane.