image

PeyamaKurd - Wezareta Dadê ya Iraqê ragihand ku yasaya budceya federalî ya 2021ê ya Iraqê di rojnameya Weqaya Iraqê (rojnameya fermî) de hatiye belav kirin û ji bo were bicîkirin çalak bûye.

Wezareta Darayî herwiha rênimayên bicîkirina yasaya bûdceya federalî ji hemû wezaret û saziyên dewletê re jî şandin daku were bicihanîn.

Rêvebira Giştî ya Fermangeha Weqaya Iraqî Heyfa Şukir da xuyakirin, wan di nûtirîn nûçeya rojnameya Weqa'îya Iraqî de yasaya budceya federalî ya sala 2021 belav kiriye.

Piştî belavbûna nûçeyê rasterast yasaya budceyê çalak dibe û xercî bi awayekî yasayî tên encamdan.

Parlamentoya Iraqê roja 31yê Adara 20121an hemû birge û madeyên projeyasaya budceya giştî ya sala 2021ê pesend kiribû ku heqên Herêma Kurdistanê jî tê de hatine bicihkirin.