image

PeyamaKurd - Yasanasê naskirî yê Iraqê Tariq Herb got ku yasaya Iraqê ti aliyek destnîşan nekiriye ku peywira serokomar diyar bike, lê rewşa siyasî derdixe ku wê Serok Barzanî û Muqteda Sedir, peywirên serokomar û serokwezîr li Iraqê zelal bikin.

Yasanasê Iraqê Tariq Herb ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Niha piraniyeke eşkere heye li Parlamentoya Iraqê, ku piştevaniyê li Hoşyar Zêbarî dike ji bo serokomartiya Iraqê. Ev mijar nîv temam bûye û Hoşyar Zêbarî dê bi hêsanî bibe serokomar.”

Tariq Herb gotiye: “Dibe hin alî razî nebin, yan bo nimûne dozê vekin, lê ev tişt ti nirxekî wan ê yasayî tine, dema ku bi awayekî fermî deng ji bo hilbijartina Zêbarî hatin dayîn ku bibe serokomarê Iraqê ti nirxekî tiştên din ên yasayî tine.”

Tariq Herb berî niha jî ragihandibû: “Ji bo serokomariye Iraqê heta razîbûna Mesûd Barzanî nebe ti kesek nikare bê hilbijartin. Herwiha ji bo serokwezîrê Iraqê jî heta razîbûna birêz Muqteda Sedir nebe ti kes nikare bibe serokwezîr û serokê Parlamentoyê jî berî niha ji xwe hat zelal kirin.”