image

PeyamaKurd – Li Çemçemalê xwepêşanderan bi keviran êrişî baregehên Qaymeqamî û Polîsan kirin. Herwiha xwepêşanderan beşek ji kelûpelên trafîkê li ser cadeyan şikandin û şewitandin.

Li gor Rêveberê Polîsê Çemçemalê Emîd Mihemed Ebdî ragihand, ew kes ne xwepêşander in, ew yên dixwazin fitnê derxin û têkder in. Guh nadin tu tiştekî û armanca wan “wêrankirin û têkdana bajêr e”. Ji ber ku ew xwepêşander bi keviran êrîşî avahiyên Qaymeqamî û Polîsan dikin.

Herwiha Rêveberê Polîsê Çemçelê dibêje, “xwepêşander êrîşî her tiştî dikin, eger peykerên Şêx Reza Talebanî û Feqî Qadir jî li cihê xwepêşandanê ba, dê xerab kiribana.”

Li gor gotina Emîd Mihemed, di nav xwepêşanderan de teqe li hêzên asayişê hatiye kirin û gulle bi otombîleke asayişê ketine.

Berdevkê Asayişa Rojavayê Silêmaniyê jî got, hejmareke karmendên asayişê bi kevirên xwepêşanderan birîndar bûne.

Emîd Mihemed amaje bi wê yekê kir, ew bi xwe jî di êrîşa bi keviran de ya li ser avahiya rêveberiya polîsan de birîndar bûye û kevirek li lingê wî ketiye.