image

PeyamaKurd – Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, rêveber, nûner û xelk li sûka bajêr civiya û êrîşa qetilkirina 5 kesên du malbatên Duhokî şermezar kirin.

Xelkê Nisêbînê bi sedema ku bûyer li Nisêbînê rû daye û êrîşkarên hatine girtin jî ji navçeyê ne, hevxemiya xwe bo malbatên Duhokî nîşandan û lêborîn xwestin.

Serokê Odeya Esnaf û Dikandarên Nisêbînê Omer Ozel jî dibêje: “Em weke sazîyên civaka sivîl ên Nisêbînê, xelk û esnafên Nisêbînê em dê bibin şopînerên vê bûyerê. Bila kes ranebe navê Nisêbînê xirab neke. Em li hember vê yekê ne. Xelkê Duhokê em carek din sersaxiya wan dixwazin. Deriyê xelkê Nisêbínê 24 saetan ji we re vekirî ye. Em efûya xwe dixwazin serê me tev de sax be.”

Şeva 19ê Çile li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê di encama êrîşeke çekdarî de 3 ji wan jin, 5 welatiyên Duhokê hatibûn qetilkirin. 4 gumanbarên êrîşê hatine girtin ku li gorî Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike.