image

PeyamaKurd Xelîl Bozan Begê ji malbata begên Kobaniyê û malbata mezinên Beraziyan, koça dawî kir û sibê meytê wî ji bo veşartinê ber bi Kobanî ve tê veguhestin.

Xelîl Bozan Beg di sala 1955an de li Kobaniyê ji dayik bûye. Piştî xwendina xwe ya Bekelorya, li zaningeha Enqerê beşa Seydeliyê(Pharmacy)  xwendiye.

Xelîl Bozan Beg piştî demekê vedigere Rihayê û jiyana xwe li vê derê berdewam kiriye. Piştî karaseta Kobanî, li Rihayê Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Kobanî ava kiriye û serpereştiya vê Komeleyê kiriye. Wek dezgehek sivîl li penaberên Kobanî xwedi derketiye û xebatek hêja û berbiçav kiriye.

Xelîl endamekî Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye(PDK-T) bû. Demeke dirêj endamtiya Komiteya Rêvebir û herwiha sekreteriya Giştî ya vê partiyê kiriye.

Xelîl Bozan dilsozek rêbaza Barzanî bû, her di vê çerçoveyê de xebata xwe kir û siyasetmedarek bi kesayet bû. 

Bi wefata Xelîl Bozan valehiyek di refên tekoşerên azadixwazên Kurdistanê de peyda bû. 

Roja 30.01.2022ê meytê Xelîl Bozan Beg ji bo sipartina axê ber bi Kobanî ve tê veguhestin.