image

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, serdana bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê yê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin kir û li ser projeya vegerandin û bicihkirina penaberan li nav sînorên Rojavayê Kurdistanê û bajarên di bin kontrola Tirkiyê yên Sûriyê de, hevdîtin pêk anîn.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku ji bajarê Rihya yê Bakurê Kurdistanê derbasî derbasî bajarê Girê Spî bû, diyar kir ku ew ji bo vegera penaberên Sûriyê li ser projeyeke nû dixebitin.

 Soylu li Girê Spî di  xwaringehekê de beşdarî civîneke bû û behsa projeya xaniyan a ku li ser rûberê 1200 donim erd çêbikin kir û got ku ew ji bo penaberên dixwazin ji Tirkiyeyê vegerin hêsankariyan bikin û wiha axivî: “Li Tirkiyê 3 milyon û 700 hezar xwişk û birayên me yên Sûriyeyî hene. Em li ser projeyek nû dixebitin da ku bi aramî vegerin herêmên ewle yên wek Til Abyad, (Gire Spî), Resûlên (Sere Kaniye), Ezaz, Babê.”

Herwiha Soylu da got: “Em niha plan dikin ku li Cerablûs, Til Abyad, (Gire Spî), Rasulayn (Sere Kaniye), 240 hezar xaniyan ava bikin. Ev dê bi alîkariya birayên me yên misilman û bi alîkariya navneteweyî pêk were. Ew dê ji bo kesên ku bi dilxwazî ji Tirkiyeyê vegerin re were veqetandin. Di nav wan de tesîsên wekî navendên danûstendinê, navendên civakî, navendên tenduristiyê û dibistanan hene.”