image

PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmerge û Şêwirmendê Bilind ê Leşkerî yê Brîtanyayê hevdîtinek pêk anîn û ragihandin ku wê hevkarî û hevhangiya Brîtanyayê ligel hêzên Pêşmerge berdewam bike.

Wezareta Pêşmerge ragihand ku îro 10ê Gulanê Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl ligel Şêwirmendê Bilind ê Leşkerî yê Brîtanyayê  Rob Driver civiyaye.

Hat diyarkirin, di civîna ku Serokerkan Cemal Mihemed û Şêwirmendên Bilind ên Wezaretê Lîwa Rukn Bextiyar û Emîd Rukn Hejar Umer amade bûn de, tekezî li ser berdewamîya hevahengî û hevkariyên di navbera herdu aliyan de hat kirin.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl bal kişandiye ser parastina îstiqrar, aramî û asayîşa herêmê û spasiya erk û xebata Brîtanya û dostaniya Pêşmerge kiriye ku rola wan a berdewam û bi bandor li ser pêşxistina şiyanên Pêşmerge û pêşvebirina proseya çaksaziyê çêbûye.

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Wezareta Pêşmerge û Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtanyayê bi hûrgilî li ser kêşe û astengiyên li ber du lîwayên hevbeş ên navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê gotûbêj kirine û herdu alî hevnêrîn bûne li ser nehiştina kêşe û astengiyên li ber wan lîwayan pêk hatine.