image

PeyamaKurd - Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Hemeseîd ragihand ku piştî Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê rewşa tenduristiyê binirxîne, wê biryara vekirin yan girtina dibistanan bide.

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Hemeseîd di civîneke rojnamevanî de got, “Biryara vekirina deriyên dibistanan ne di destê Rêveberiya Perwerdeyê de ye. Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê li gorî rewşa giştî ya tenduristiyê, biryara vekirin yan girtina deriyên dibistanan dide.”

Wezîrê Perwerdeyê da zanîn, heta niha ne diyar e deriyên dibistanan wê bêne vekirin yan girtî bimînin û got: “Wezareta Tenduristiyê mijûlî amadekirina rapora nirxandina rewşa Herêma Kurdistanê ye. Piştre jî di civîna Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de raportê dinirxînin. Nabe li Herêma Kurdistanê bê nirxandina rewşa tenduristî, jiyana xwendekar û mamosteyan bixin metirsiyê.”

Hêjayî gotinê ye, niha li Herêma Kurdistanê ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê dibistan girtî ne û biryar e piştî betlaneya sersalê heger rewşa tenduristî guncaw be, dibistan bêne vekirin û xwendekar dest bi xwendinê bikin.