image

PeyamaKurd-Wezîra Kar a Kurdistanê, bi helkefta 1 Gulanê Cejina Karkeran a Cîhanê ragihand ku Hikûmeta Kurdistanê piştevaniya karkeran dike û dê bibe dengê karkeran.

Wezîra Kar a Kurdistanê Kuwîstan Mihemed, bi helkefta 1ê Gulanê, Cejina Karkeran a Cîhanê ji fermangeha medya û zanyarî ya Hikûmeta Kurdistanê re axivî û li ser rewşa karker û xwedankaran agahî dan. Kuwîstan Mihemed got ku li Kurdistanê 16 hezar kompanî û 133 hezar karker hatine sîgortakirin û diravên sindoqa xanenişîniya karkeran jî gihîştiye 900 milyar dînaran.

Kuwîstan Mihemed da zanîn ku pîvan û qanûna anîna karkerên biyanî jî hatine guhertin da ku karkerên biyanî li Kurdistanê kêm bibin û derfet ji bo karkerên Kurdistanî zêde bibin. Wezîra Kar a Kurdistanê, li ser mûçe û destheqê karkeran jî ragihand ku bi şîret û alîkariya Serokê Hikûmeta Kurdistanê, mûçeyê herî kêm ji bo karkeran 350 hezar hatiye hesibandin û destheqê herî kêm jî rojane 2500 dînar hatiye kifşkirin. Lê mixabin beşek mezin ji kompanî û xwediyê karan, ne pabendî vê yekê ne.

Hat ragihandin ku her kompanî û xwedî kar ên ku mafên karkeran bixwin, radestî dadgehê tên kirin û tên sizadan. Di dawiya hevpeyvînê de hat ragihandin ku ew wekî Kabîneya Nehem a Hikûmeta Kurdistanê, karkeran piştrast dikin ku ew ê piştevaniya wan bikin û her gava mafên wan hat binpêkirin, ew dê bibin dengê wan.