Arêz Abdulah: Êrîş têkçûyîna Tirkiyeyê nîşan dide

Arêz Abdulah: Êrîş têkçûyîna Tirkiyeyê nîşan dide

PeyamaKurd- (IRAQ) -Serokê Koma YNK’ê yê Parlementoya Iraqê Arêz Abdullh derbareyê êrîşên li dijî Efrînê de got ku ‘Ew wan êrîşan bi tundî şermezar dikin û êrîş têkçûyîna Tirkiyê nîşan dide.

Operasyona di bin navê Zeytîn Dali (Çikên Zeytûnê) yên ku çend roj berê ji aliyê hêzên Tirkiyeyê li dijî Efrînê hat destpêkirin de roj bi roj girantir berdewam dikin. Bertekên li dijî operasyonan jî her roj zêde dibin. Serokê Koma YNK’ê yê Parlementoya Iraqê Arêz Abdulah derbareyê operasyonê de ji Peyama Kurd re axivî û anî ziman ku divê demildest Tirkiye dawî li vê operasyon û êrîşan bîne. Abdulah da zanîn ku Tirkiye di nav şaştiyek mezin de ye û divê van şaştiyan dubare neke.

‘SIYASETA TIRKIYEYÊ XITIMÎ YE’

Abdulah diyuar kir ku ev operasyon têkçûyîna Tirkiyeyê ya li dijî siyaseta kurd nîşan dide û wiha got: “Siyaseta Tirkiyeyê ya navneteweyî hatiye xitimandin. Ji ber vê yekê jî êrîşên hovane li dijî gelê kurd dide destpêkirin. Ev êrîş li dijî nirxên mirovahiyê ne û nayên qebûlkirin. Ger siyaset bê xitimandin, vê demê devlet dest bi êrîşên hovane dikin. Mînaka herî şêmber operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ye. Her kes dizane ev êrîş li dijî demokrasiyê ne û nayên qebûlkirin.”

‘DIVÊ DEMILDEST DAWÎ LI ŞER BÊ KIRIN’

Abdulah da zanîn ku wan nerazîbûnên xwe yên li dijî operasyonê Neteweyên Yekbûyî re parvekirin e û wiha axivî: “Duh me 5 partî û rêxistinên kurd li Parlementoya Iraqê daxûyaniyek da û di vê daxûyaniyê de me nerazîbûnên xwe anîn ziman. Me bang li Neteweyên Yekbûyî kir û divê ew demildest bang li Tirkiyeyê bikin ku Tirkiye dawî li vê operasyonê bîne. Ger dawî li vê operasyonê neyê dê gelek kesên bê sûc bên kuştin û qetilkirin.”

‘EFRÎN AXA KURDAN E’

Abdulah bal kişand ser berxwedana gelê kurd ya salên dawiyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bi salan e gelê kurd li dijî çeteyên wekî DAÎŞ berxwedanê didin meşandin û axa xwe ji çeyteyan diparêz in. Niha jî dewletek wekî Tirkiye êrîşî axa kurdan dike û dixwaze axa kurdan dagir bike. Ev operasyon tenê hêzê dide çeteyên DAÎŞ’ê. Zêdetir tiştek din tune ye. Hemû kes dizane Efrîn cih û warê kurdan e. Tenê Tirkiye nizan e ev ax axa kurdan e. careke din em dibêjin divê demildest dewleta Tirkiyeyê dawî li operasyon û êrîşên xwe yên li dijî Efrînê bîne.”

‘PIRSGIRÊK BI RÊYA DIYALOGÊ TÊN ÇARESERKIRIN

Abdulah destnîşan kir ku rêya herî girîng û aştiyane diyaloq e û axaftina xwe wiha domand: “Rêya çareseriyê diyalog e. Ger hemû aliyên ku niha dibêjin em aştiyê dixwazin, divê li ser maseyê rûn in û wan pirsgirêkan bi rêya axaftinekî bi diyalog çareser bikin. Tu pirsgirêk nîn in ku rêya diyalog êneyên çareserkirin. Banga me jî ew e ku pirsgirêk bi rêya diyalogê bê çareserkirin û aştiyek mayinde li wir bê kirin.”

‘TIRKIYE DI NAV ŞAŞTIYEK MEZIN DE YE’

Abdulah bi van gotinan dawîli axaftina anî: “Yên kul i dijî van êrîş û operasyonan bêdeng dimînin ew şirîkê vî şerî ne. Bêdengî berdewam bike gelek kes dêbên kuştin. Divê her kes bi awayekî wijdanî tevbigere û ji bo rawestandina vî şerî dengê xwe bilind bikin. Em bang li dewleta Tirkiyeyê dikin û dibêjin dawî li van operasyona xwe bîn in û heta ku şer giran nebe. Tirkiye di nav şaştiyek mezin de ye û divê vê şaştiya xwe dubare neke. Şer ne li gorî pîvanên demokrasî û mirovahiyê ye.”

 

PeyamaKurd – Ferît Dere