image

PeyamaKurd – Derbarê çawaniya destpêkirina xwendinê de, Wezareta Perwerde ya Kurdistanê, dê îro bicive.

Li gor Wekîlê Wezareta Perwerde ya Kurdistanê Seywan Elî diyar kiriye, em ê îro civîneke berfireh li ser çawaniya destpêkirina perwerde û xwendinê pêk bînin.

Herwiha Seywan Elî daye zanîn, helbet em nikarin biryara vebûna deriyên dibistanan bidin lê em ê plan û pêşniyarên xwe amade bikin û bidin komîteya bilind ya rûbirûbûna Koronayê. Ew ê jî li ser gotûbêj bikin û biryarên pêwîst bidin. Ew çi bêjin, emê bicîh bînin.

Komîteya bilind ya rûbirûbûna Koronayê beriya niha destnîşan kiribû, dibistan heta roja 16 meha Çile ya sala 2021 girtî dibin. Paşê dê dîsa rewşê binirxînin û biryarên pêwîst bidin.