image

PeyamaKurd  Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, derbarê koma ser bi PKKê ya bi navê “Aştî û Azadî” de hişyarî da û diyar kir: "Gelek hemwelatiyên bi regeznameya Ewropayê şandine Herêmê, da ku wan wekî amûrekê ji bo têkbirina aramiya li Herêma Kurdistanê bi kar bînin.”

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê do roja Pêncşemê 10.06.2021ê di daxuyaniyekê de da zanîn: “Piştî ku çekdarên PKK di demên berê de çend caran êrîşî ser Pêşmerge û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê kirine û çend efser û Pêşmerge şehîd û birîndar kirine, hewl dane ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê têk bidin. Mixabin di rojên borî de, 6 Pêşmerge şehîd û çend Pêşmerge jî birîndar kirin.” 

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Ji ber hebûna çekdarên PKKê, bi salan e bi sedan gundên li herêmên ser sînor hatine valakirin û gelek zerarên madî li welatiyên van deveran bûne. Di heman demê de her tim hewl dane destwerdanê di kar û barên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de bikin. Bi awayên cuda cuda van rojan jî li nava Herêma Kurdistanê di çarçoveya planên xwe de yên li dijî Herêma Kurdistanê û bi alîkarîya destekî navxwe dixwazin alozî û nearamiyê çêbikin. Çend hemwelatiyên xwedî nasnemaya Ewropî şandine Herêma Kurdistanê, da ku wan wek amûrekê têkdana aramiya li nav Herêma Kurdistanê di bin navê koma bi navê Aştî û Azadiyê de bi kar bînin.”

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hişyarî dide û destnîşan dike: “Parastina aramiya Herêma Kurdistanê, bi giştî û Hewlêra paytext xeta sor e û em rê nadin ku ev aramî bi ti behaneyekê û di bin navê ti komekê de bê têkdan.”

Wezareta Navxwe herwiha bang li wê koma bi navê  “Aştî û Azadiyê” dike ku “xwe ji bo xerakirina rewşa ewlekariyê ya li herêmê neke amûrek. Eger bi rastî aştî û aramiyê dixwazin, bila biçin Qendîlê ji ber ku tundî û nearamî ji wir tê. Divê ev kom daxwaz ji PKKê bikin ku êdî destwernede nava karûbarên Herêma Kurdistanê nekin û sînorekî ji bo şerkerfiroşên xwe deyne û dijîtiya gelê aştîxwaz ê Herêma Kurdistanê neke.”