image

PeyamaKurd – Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê bi daxuyaniyekê da zanîn, bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Soran tê vekirin.

Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê di daxuyaniya xwe ya do belav kir de eşkere kir, bi mebesta pêşvebirina sektora geştûguzariyê li îdareya serbixwe ya Soranê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryara damezrandina Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Soran da û ev biryar ji îro ve dikeve warê cîbicîkirinê.

Wezareta Bajarvaniyê herwiha diyar kir, li gor fermana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku wêneyekî wê arasteyî Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê û Îdareya Serbixwe ya Soranê hatiye kirin, îro Pêncşemê 19ê Gulana 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar da, Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Soran were damezrandin, weke di biryarê de hatiye diyarkirin, ev ferman ji îro ve tê cîbicîkirin.