image

PeyamaKurd - Wezîrê Avadanî û Niştecîhbûnê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm, rapora plan û projeyên avadankirinê pêşkeşî Parlamentoya Kurdistanê kir.

Di civîna ku ji doh 22yê Hezîranê ve li Parlamentoya Kurdistanê dest pê kiriye de, Wezîrê Avadanî û Niştecîhbûnê Dana Ebdulkerîm, projeyên rê û sîte (yekeyên niştecîhbûnê) pêşkeş kir û gotûbêj li ser wê raporê tê kirin.

Li gorî plan û projeyê Wezareta Avadanî û Niştecihbûnê 141 proje hene ku li Herêma Kurdistanê werin bicihkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku 19 proje hatine rawestandin, 10 proje hatine hilweşandin, 50 proje pîvana dawî ji bo wan nehatiye kirin û ji bo 12 projeyan jî pîvana dawî hatiye kirin.

Di raporê de hatiye eşkere kirin; 26 kîlometre tûnel di planê de heye ku li hemû bajar û qezayan were bicihkirin ku dê rêya navbera parêzgehan kurt bike.

Li ser projeyên niştecihbûnê jî hatiye gotin ku beşek ji wan di qonaxa dawiyê de ne, 72 proje û bîna û avahî rawestiyane û 9004 xaniyên niştecihbûnê wê temam bibin û radestî xwediyên wan bêne kirin.

Wezaretê herwiha daxwaza piştevaniya darayî ji bo beşek projeyan kir ku yek ji wan nûjenkirina yasaya dabînkirina yekeyên niştecihbûnê ji bo hemwelatiyên kêmderamet e.

Di raporê hatiye destnîşankirin ku ji aliyê Bexdayê ve birîna beşa budçeya Herêma Kurdistanê ji sala 2014ê ve bûye sedemê giran birêveçûna projeyan û di dema êrîşên DAIŞê de jî beşeke zêde amûr têk çûne.