image

PeyamaKurd Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, careke din qedexeya hemû çalakiyan heta15 rojan hat dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Wanê ve hatiye belavkirin, ji 29ê Çileya 2022an heta 12ê Sibata  heman salê, heta 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîbên sereke yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li belavbûna Koronayê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Herwiha biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr ji bo wan tê dayîn.

Ji roja hewla derbeya 15ê Temuza 2016an ve, li beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê berdewam qedexeyên çalakiyan tên ragihandin û dema wan tê dirêjkirin.