image

PeyamaKurd Li navçeya Erdîşê ya bi ser parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, barhilgirek ji ber qeşayê ji rê derket û li dîwarê xaniyekî ku tê de 11 kes dijîn xist.

Li gor zanyariyên ji herêmê, şeva borî li taxa Çelebibagi bi ser navçeya Erdîşê, di saetên êvarî de ji ber qeşayê barhilgirek ji rê derket û li dîwarê xaniyê welatiyekî da û beşek ji barhilgirê ket nav xanî. Di dema bûyerê de şofêrê barhilgirê birîndar bû, lê ji ber 11 endamên malbatê li odeyên cûda diman zerareke canî çênebû.

Li gor agahiyan, tîmên cenderme, agirvemirandin û tendirûstiyê hatine cihê bûyerê û şofêrê barhilgirê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê hatiye veguhestin.