image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyeyê li nav sînorên parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê li dijî PKKê operasyoneke nû ya asmanî û bejahî da destpêkirin.

Li gorî zanyariyan, operasyona Tirkiyeyê li navçeya Kanî Masî hatiye destpêkirin ku hêzên Tirkiyê rê nedane xelkê gundê Elîxan derbasî gundê xwe bibin.

 Li gorî nûçeya Rûdawê welatiyekî ku li gund asê maye û nikare derkeve gotiye: “Em di nav zevî û baxçeyên xwe de bûn, 5 helîkopter hatin û dest bi bombebarankirina Kela Bêtenîr û Qurniyê Gerê yên nêzîkî gundê me kirin, piştre hêzên xwe daxistin û li Kela Bêtenîrê bi cih kirin.”

Hatiye diyarkirin îro ji danê sibehê ve operasyona artêşa Tirkiyê berdewam dike û dengê çekên sivik û navîn li nêzîkî gund tê ku 2 top jî 600 metre li nêzî gundê Elîxan ketine.

Hatiye ragihandin ku gundên xirîstiyan jî li wê deverê hene û metirsiyeke mezin li ser wan çêbûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji 17ê Nîsana 2022yan ve operasyonên artêşa Tirkiyeyê li dijî PKKê dewam dikin û artêşa Tirkiyeyê 22 xalên din ên leşkerî li herêmê danîne.