image

PeyamaKurd – Piştî şerê Ûkrayna û Rûsyayê destpêkir, Tirkên Ahiskayê yên li Ûkraynabûn niha ji aliyê Tirkiyê de dibin bajarê Kurdistanê Xarpêtê bicîh dikin. Îro qefîla şeşem giha balafirgeha Xarpêtê û ji aliyê cîgirên parêzgerê Xarpêtê Abdulkerem Abbasoğlu û İsmail Alsancak de hatin pêşwazîkirin.

Piştî pêşwaziyê, Tirkên Ahiskayê birin navenda demkî ya li Aşağıdemirtaşê. Heya niha 928 Tirkên Ahiskayê li navendê hatine bicîhkirin.