image

PeyamaKurd – Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Dabeşan bi Balyozê nû yê Almanyayê yê li Iraqê Martin Jäger û bi Balyozê Almanyayê yê li Herêma Kurdistanê Klemens Semtner re civiya û di civînê de hejmareke pirs û pêşhatên dawîn ên li navçeyê gotûbêj kirin.

Di civînê de Hevserokê YNKê diyar dike: “Ji bo YNKê, Kerkûk Qudsa Kurdistanê ye”, “di pêşekiya xebata me ya hizbî û siyasî de ye ku bêyî ciyawazî xizmeta zêdetir a bajêr bikin.”

Bafil Talebanî di civînê de qala qonaxa piştî hilbijartinê û helwesta YNKê kir û da zanîn: “Em ê li ser hêleke niştimanî û netewî stratejiyeke nû ya Kurdistanî darêjin û em dixwazin em dixwazin wek Kurd bi yek belgeya siyasî biçin Bexdayê û dakokî li mafên me yên destûrî û netewî bikin û hikûmetekê ava bikin ku bikare xizmetguzarî, çaksaziyên bingehîn, binbirkirina gendelî, rûbirûbûna bîra tundrewî, netewî û mezhebî bike ser meşqê erkên xwe û li ser bingeha yeksanî û hevwelatîbûnê xizmet bike û bernameyeke siyasî ya dûr ji ajandaya siyasî cîbicî bike.”

Li ser rewşa Kerkûkê, navçeyên hatine qûtkirin, valahiya emnî ya li hinek navçeyên Iraqê, bi taybetî hevahengî û alîkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, Hevserokê YNKê Bafil Talebanî, hêzên emnî wek “faktorê asayiş û aramiyê li sînoran” binav kirin û got: “Li gor YNKê, Kerkûk Qudsa Kurdistanê ye û di pêşekiya xebata me ya hizbî û siyasî de ye ku xizmeta zêdetir ya bajêr bêyî ti ciyawaziyekê, bikin.”

Bafil Talebanî destnîşan kir, YNKê di erkên hizbî yên partiyê de li Kerkûkê guhertin kirine û “di pêşerojê de jî em ê zêdetir li gel Kerkûkiyan bin û xizmeta zêdetir bikin.”

Hevserokê YNKê li ser rewşa navxwe ya partiyê jî tekez kir: “Serdema pirbiryarî, pirsgirêka destwerdana di birêvebirina karûbarên rêxistinî û serkirdayetîkirin bi dawî hat û divê YNKya me, YNKyeke qayîm, xwedî organên karîger, aktîv, xizmetguzar û çalaktir, erkên bingehîn pêk bîne.”