
PeyamaKurd – Stranbêjê rapê yê Tirk Ezhel diyar kir: “Enqere paytexta Kurdistanê ye û divê pirsa Kurd were çareserkirin.”
Stranbêjê rapê Serkan Îpekçîoglu ku bi nasnavê 'Ezhel' tê nasîn, li odeyeke gotûbêjan a Twitterê da zanîn: “Li gor min, jixwe paytexta Kurdistanê Enqere û Stenbol e. Ez bawer dikim ku bi awayekî ev pirs wê çareser bibe.”
Ezhel di odeyeke gotûbêjan a Twitterê de li ser çareserkirina pirsa Kurd axivî û eşkere kir: “Ez berevaniya Kurdistan û gelê Kurd dikim, lê li gor min jixwe paytexta Kurdistanê Enqere û Stenbol e. Ez bawer dikim ku bi awayekî ev pirs wê çareser bibe.”
Ezhel herwiha destnîşan kir: “Jixwe Rûm çûne, jixwe Ermen çûne. Eger Kurd jî biçin êdî dilê min li ber vê yekê nikare li ber xwe bide. Ez berevaniya Kurdistan û gelê Kurd dikim, lê li gor min jixwe paytexta Kurdistanê Enqere û Stenbol e. Ez bawer dikim ku bi awayekî ev pirs wê çareser bibe. Ez jî berê nijadperestek bûm. Dema du kes di otobusê de bi hev re bi zimanê Kurdî diaxivîn, hêrs dibûm. Lewra ez wisa hatibûm hînkirin. Ez bawer im ku em ê rojên xweş bibînin.”