image

PeyamaKurd- Li gorî ragihandina Ajansa AFPê, bi rêya televîzyona fermî ya hikûmeta Sûriyeyê hatiye ragihandin ku Amerîkayê li başûrê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bi navbeynkariya balafiran hêzên xwe danîne û di navbera wan û leşkerên artêşa Sûriyeyê de şer derketiye.

Di nûçeya ku hat ragihandin de hat diyarkirin ku di pevçûnên derketine de kuştî û birîndar hene lê belê hûrgiliyên zêdetir hîn jî nehatine ragihandin.

Her wiha ji aliyê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR)ê ve jî hat ragihandin ku Amerîkayê hêzên xwe veguhestine gundewarê Qamişloyê û di navbera leşkerên Sûriye û hêzên Amerîkayê de şer derketiye.

Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku pevçûn li gundekî bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyeyê de çêbûye.

Li ser ziyanên pevçûnê jî ji aliyê televîzyona fermî ya hikûmeta Sûriyeyê ve hat ragihandin ku di pevçûnê de kesek hatiye kuştin û hinek kesên ji malbata wî kesê kuştî û hin kesên ji malbatên din jî ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatine desteserkirin.