image

PeyamaKurd - Hat ragihandin, kurê Mam Celal Qûbad Talebanî ku Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê bi mebesta xweşkirina têkiliyên bi Tirkiyê re, fermanek derxist ku li herêma kesk çalakiyên dezgehên nêzîkî PKKê werin qedexekirin.

Li gor zanyariyan, di fermana Qûbad Talebanî ya bo qedexekirina çalakiyên alîgirên PKKê de, mohlet bo 24 saetan hatiye dayîn ku dema ferman neyê cîbicîkirin dê ceza were dayîn.

Di fermana Qûbad Talebanî de tê gotin, dê destûr neyê dayîn bo çalakiyên hemû bizavên siyasî yên ji Hikûmeta Kurdistanê û saziyên fermî mohleta karkirinê wernegirtine û pêwîste hemû dezgehên fermî vê biryarê bicih bînin.

Hêjayî gotinê ye, qedexeya ku hatiye ragihandin ji bo partiya Tevgera Azadî ku li Silêmaniyê kar dike û baskekî siyasî yê PKKê ye jî derbas dibe.