image

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyamekê sersaxî li malbat û kesûkarên kesayetê naskirî yê bajarê Hewlêrê Şêx Xalis Şêx Cewad Berzincî kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Ez sersaxiyê li malbat û kesûkarên rehmetiyê Şêx Xalis Şêx Cewad Berzincî, kesayetê naskirî yê bajarê Hewlêrê dikim û ez hevbeşê xema wan im.

Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide kesûkar û dost û nasên wî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê