image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser twitterê bi peyamekê bersiva gilî û daxwaziyên keçeke Kurd da û diyar kir, ew ê li ser piştevanîkirina gêncan berdewam bin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî do êvarî, bersiva şîroveyeke keçeke Kurd bi navê Wala Kurdî li ser twitterê da.

Wala Kurdî, spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kiribû ku her dem guhdarî derd û arîşeyan gêncan dike. Paşê daxwaz kiribû sîstema brokrasî û kaxezbaziyê li nav fermangehên Kurdistanê de nemîne, ji ber ku zehmet e di serdema teknolojiyê de ev sîstem were tehemilkirin.

Mesrûr Barzanî di bersiva xwe de diyar kir: ‘‘Wala Xan, tîma min dê di pêwendiyê de bin. Ez pabendî piştevanîkirina gêncan im, da ku bikarin şiyan û hêza xwe derxînin. Helbet haya min ji brokrasiyê heye ji ber wê jî em di vê kabîneyê de di çarçoveya çaksaziyê de di warê xizmetguzariyên dîcîtalî de kar dikin. Tu jî li ser karên baş berdewam be.’’