image

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, di konferansa derbasbûna salekê ya di ser pesendkirin û cîbicîkirina Plana Mafên Mirovan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir. Serokwezîr Barzanî ragihand ku ev plan, beşek ji proseya çaksaziyê ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di axaftina xwe ya konferansê de ragihand ku parastin û bipêşxistina mafên mirovan, beşeke girîng a karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û plana Herêma Kurdistanê ji bo Mafên Mirovan, beşek ji proseya çaksaziyê ye.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de da zanîn ku ev plan, nexşerêyeke berfireh a ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye pesendkirin e û bi mebesta bipêşxistina parastina mafên mirovan a li Herêma Kurdistanê ya di 5 salên pêş de û ya di hemû waran de ye.

Serokwezîr diyar kir ku parastin û pêşvebirina mafên mirovan beşeke girîng a ji karnameya kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, di warê parastin û berevanîkirin li pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Herêmê de ye.

Mesrur Barzanî di dewama gotara xwe da zanîn ku bihêzkirina binemayên azadî, demokrasî, nehîştina tundûtûjî, cudakarî û parastina mafên mirovan, bi giştî ye û wiha dewam kir:

“Di vê boneyê de em pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina çanda pêkvejiyana olî û neteweyî, parastina azadiyên takekesî û giştî û parastina nirxên demokratîk dubare dikin. Planeke me ya çaksaziyê ya piralî heye û em hêvîdar in bi piştevaniya Xweda û gelê Herêma Kurdistanê û dostên me yên di civaka navdewletî de astengiyan derbas bikin û ber bi qonaxeke pêşkeftî ya hikûmraniyê ve biçin.

Plana Mafên Mirovan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya proseya çaksaziyê ya kabîneya nehemîn de ye. Ev plan, bi hûrbînî hatiye dariştin û bîr û nêrînên Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Parlamentoyê, Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê, civaka navneteweyî, rêxistinên sivîl, dezgeh û nûnerên dîplomatîk ên li Herêma Kurdistanê hatiye wergirtin û niha di qonaxa cîbicîkirinê de ye.

Ez hêvîdar im naveroka planê di çalakiyên hikûmetê de bi awayekî baş were cîbicîkirin û girîngiya pêşxistina rêveberiya baş, serweriya yasa û çanda parastina mafên mirovan nîşan bide. Cihê xweşhaliyê ye ku di sala derbasbûyî de pêşniyazên wê planê wekî yasa û rêbaz li Herêma Kurdistanê hatine cîbicîkirin û em dikarin bibêjin ku Herêma Kurdistanê li gorî welatên din, di asteke baş de ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo kêmkirina êş û azarên kesûkar û qurbaniyên IŞÎDê, gelek pêngav havêtine û roleke wê ya berçav di azadkirina revandiyên Êzîdî û pêkhateyên din ji destên terorîstên IŞÎDê û nasandina jenosaydê ya tawanên IŞÎDê, wekî tawanên şer de heye.

Ji bo vê mebestê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi piştevaniya civaka navneteweyî û tîma Netewên Yekbûyî, ji bo damezirandina dadgeheke taybet a ji bo dadgehkirina terorîstên IŞÎDê ya ji ber tawanên wan ên navneteweyî, projeyasayek ji bo lêkolînkirina tawanên IŞÎDê pêşkêşî parlamentoyê kir. Lê mixabin Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, ew projeyasa red kir ku ev jî pêşîneyeke nû û cihê sersamiya me bû ku rê li dadgehkirina terorîstên IŞÎDê bê girtin."