image

PeyamaKurd-Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo beşdarî Forûma Aborî ya Cîhanê ya Davosê bibe, gihîşt Swîsreyê. Hat ragihandin ku Serokwezîr Barzanî, dê beşdarî paneleke bi mijara asayîş û ewlehiya Rojhilata Navîn bibe.

Hat zanîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, dê ligel serok û rêveberên welatên cîhanê, beşdarî Forûma Aborî ya Cîhanê ya Davosê bibe û hat ragihandin ku dê di beşdariya xwe de nêrînên xwe yên stratejîk parve bike. Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê, Serokwezîr Barzanî dê beşdarî paneleke taybet a bi navê ‘’Pêkhateyên Nû yên Asayîşa Rojhilata Navîn’’ bibe.

Hat ragihandin ku Mesrûr Barzanî dê beşdarî gelek hevdîtin û civînan ên Forûma Davosê  bibe.