image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo xwendekarên Şingalê û derdora wê 73 milyon dînar ji bo xerciyên çûn û hatina xwendekaran terxan kir.

Berdevkê Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Saman Sîweylî eşkere kir: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî 73 milyon dînar ji bo xerciyên çûn û hatina xwendekarên Şingalê û derdora wê terxan kir, da ku ezmûnên giştî yên qonaxa 12 a lîseyê li sînorê Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Duhokê encam bidin.”

Saman Sîweylî got ku 667 xwendekarên pola 12an ji alîkariya darayî ya serokwezîr sûde digirin û destnîşan kir, ti mamosteyek nikare telefona xwe ya destan bibe nav holên ezmûnan û wiha pê de çû: “Wezaretê bi xwe mobayleke normal ji bo xwandingehan dabîn kiriye ku şiyana wê ya kişandina dîmen û girtina fotoyan tune ye û bi internetê re jî nayê girêdan.”

Li ser qutkirina internetê jî Sweylî da xuyakirin, ew bi Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê re di nava hevrêziyê de ne û biryar hatiye dayîn di dema birêveçûna ezmûnan de ji demjimêr 06:30 heta 10:30 internetê rawestanînin.