image

PeyamaKurd- Serokomara Macarîstanê, ji bo serdana fermî ya ligel serkirdeyên Herêma Kurdistanê, derbasî paytext Hewlêrê bû. Hat diyarkirin ku Serokomar Katalin Novak, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, Serokomara Macarîstanê Katalin Novak, li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hatiye pêşwazîkirin û Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û şêwirmendên Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Fewzî Herîrî jî di merasîma pêşwaziyê de amade bûne.

Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî di pêşwaziyê de qala alîkariyên Macarîstanê yên ji bo Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê yên di di şerê dijî rêxistina terorî ya IŞÎDê kiriye û spasiya Serokomar Katalin Novak kiriye.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat zanîn ku dê serdana Serokkomara Macaristanê ji bo Herêma Kurdistanê dê 2 rojan berdewam bike û dê sibê jî ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civînek pêk bîne.

Her wiha beriya ku Katalina Novak serdana Herêma Kurdistanê bike, serdana Bexdayê kiribû û bi Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd re civiyabû.