.jpg)
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi vîeoyekê diyar kir û got, Rûsyayê zexta xwe li ser herêma Donbasê zêde kiriye û ew dever kiriye dojeh.
Volodimir Zelensky di vîdeoya xwe ya şeva borî belav kir de da zanîn: “Tiştê ku hevbeşên me dikin tenê bexşîn nîne, ew di parastina asayîşa xwe de beşdar dibin û niha Ukrayna girîngî dide parastina hemûyan li dijî Rûsyayê.”
Zelensky destnîşan kir, Rûsyayê hewldanên xwe zêde kirine û dixwazin herêma Donbas bi temamş bigrin.
Di berdewamiyê de Zelensky eşkere kir: “Artêşa Ukraynayê kariye pêşveçûna artêşa Rûsyayê li navçeya Kharkiv bide sekinandin û ev jî bûye sedema wê yekê ku Rûs herêma Donbasê bikin dojeh.”