image

PeyamaKurd-Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro bi rêya twîtterê spasiya Encûmena Asayişa Navneteweyî kir ku biryara dirêjkirina erka UNAMI ya li Iraqê daye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi rêya twîttekê ragihand ku ew pêşwazî li daxwaza Encûmena Asayişa Navneteweyî ya ji bo Bexda û Hewlêrê dike; ji bo encamdana diyalogeke berdewam û birêxistinkirî ya ji bo çareserkirina tevahiya proseyên sereke ku ew jî li gorî destûra Iraqê ye.”

Encûmena Asayişa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî, duh biryar dabû ku erka nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) ji bo saleke din dirêj bike. Encûmenê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî ya Iraqê, Jeanin Plaskhaert jî kir ku di çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de alîkar be.

Nêçîrvan Barzanî, beriya çend hefteyan nameyek şandibû Neteweyên Yekbûyî û bi rêya nameyê daxwaz kiribû ku ew, di çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de roleke bibandortir bilîzin.

Encûmena Asayişa Navneteweyî di daxuyaniya xwe de wiha ragihand; “Encûmena Asayişê tekezî li serxwebûn, serwerî, yekgirtî û yekîtiya Iraqê dike. Her wiha tekezî li girîngiya seqamgîrî, xweşguzeranî, ewlehiya ji bo Iraqê, xelkê Iraqê û navçe û civaka navdewletî dike.  Bi taybetî jî di mijara liberçavgirtina serkeftina Iraqê ya bi ser rêxistina DAIŞê de. Encûmena Asayişa Navdewletî dê piştevaniyên xwe ji bo Iraqê yên di vî warî de zêde bike.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku “Encûmena Asayişa Navdewletî, piştgiriya Iraqê dike. Di dîtina çareseriyê ya ji bo wan astengiyên rastî wê tên, ew jî di demekê de ku hewilên vegerandina seqamgîrî, avendakirin û aştbûnê de berdewam in. Her wiha di demekê de ku Hikûmeta Iraqê hewlên xwe xistine tevgerê de ji bo dabînkirina pêwîstiyan, ji bo teva xelkê, ji wan jî bo jinan, ciwanan, zarokan, kesên aware û endamên pêkhateyên olî û etnîkî, piştgiriyê dike.”